Print this page
Zarokek li ser rêbenda Kîmarê ji dayîk bû

Zarokek li ser rêbenda Kîmarê ji dayîk bû

12:20:55 PM

RojavaNews: Duh, Çarşemê, jineke Kurd ji derbederên Efrînê, ku li nêzîkî rêbenda Kîmarê ya di bin kontrola Atrêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê ve, zaroka xwe bi navê “Retil” (Karwan) danî û ew derbeder ketine roja xwe ya nehan li wê rêbendê asê mane û ti çareseriyek ji rewşa wan re nehatiye danîn.

Jêdereke taybet li ser rêbenda Kîmarê ji RojavaNews re ragihand, ku zarokeke nû, ku navê “Retil” li wê hat kirin. ji dayîk bû û bavê keçikê ev nav lê kir jjber ti carî zehmetiyên li ser wê rêbendê dîtine ji bîr nebe, ku ta vê demê bi hezaran derbeder dixwazin vegerin şûnwarên xwe, lê hîn jî ti care nedîtine.

 Heman jêderê tekez kir, ku hin welatî bi piyan û dizî di nava zeviyên Çiyayê  Lêlon  re xwe ji rêbenda Kîmarê xelas kiribûn û berê xwe dabûn Efrînê, û hinek ji wan gîhane bajarê Efrînê, lê derbederên din  li ser wê riya dirêj asê mane û li ber dîwar û sêncan şev û rojên  xwe li ber serma û baranê  derbas dikin û ji ber kêmbûn û tinebûna avê û pêdiviyên xwarinê rewşa wan gelek xerabe û bi taybet zarok û yên temen dirêj ku nexwaşî di nav wan de zêde dibe û ta vê demê ti alîkariyên mirovî ji derbederan re nehatiye pêşkêş kirin.  

Ji aliyekî din ve çekdarên Artêşa Niştimanî û bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê li ser rêbenda gundê Atmê riyê ji welatiyên Xûtayê û malbatên çekdarn re vedikin ku derbasî Herêma Efrînê bibin û di malên xelkê bi cih dibin û bi taybet li gundên nêzîkî  sînorê Tirkiyê.

Encûmena Efrînê ya nû bang li Hikumeta Tirkiyê kir da ku derbederên li ser  rêbenda Kimarê  berdin jiber ew matmayî mane li ser wê riyê û dubare bang li hemû Rêxistinên Sivîl û Mirovî û  Mafnasî û Navdewletî dikin ku fişarê li  ser Hikumeta Tirkiyê bikin da ku bi zûtirîn dem ew rêbend were vekirin û derbederên asê mane bi aramî debasî Efrînê bibin.