Print this page
3 welatiyên Kurd ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine eşkencekirin

3 welatiyên Kurd ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine eşkencekirin

1:04:35 PM 

RojavaNews: Duh, roja Înê, Sê welatiyên kurd hatin eşkencekirin li ser destê cendirmeyên Tirkiyê li ser sînrê wê bi kurdistana Sûriyê re, dema ku wan dixwest derbasî Tirkiyê bibin .

Li gorî zaniyariyan, ku dema wan hersê wlatiyan dixwestin ji gundê Ebû Elsûn yê ser bi bajarê Serê Kaniyê ve derbasî turkyê bibin  rastî îrîşê hatin û ji alyê cindirmeyên Tirkiyê ve  bi tundî hatin eşkencekirin û di encama wê eşkenceyê de ew hatin veguhestin bo nexweşxaneyê  û rewşa wan ya tendirustî gelekî xirabe.

Ne cara yekê ye, ku cendirmeyên Tirkiyê  li seranserî sînorê  bi Rojavayê Kudistanê re  welatiyên Sûriyê eşkence dikin û hin caran jî dema dixwastin derbasî sînor bibin ew ji aliyê cendimeyan ve dihatin gole reşandin û piraniya welatiyan jiyana xwe ji dest didan.