Rojava News: Li Şingalê, hêzên Pêşmerge êrişeke çekdarên DAIŞê şikandin.
Doh danê êvarê li Şingalê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.
Şerê ku derdora saet 17:00a bi êrîşa çekdarên DAIŞê ser çeperên Pêşmerge li nav Şingalê de derket.
Li gor hatiye zanîn piştî saetekê hêzên Pêşmerge karîn êrişa wan bişkênin û nehêlin ew pêşde bên.
Pêşmerge bi çekên giran li çeperên DAIŞê dan lê nehat zanîn çend çekdar hatine kuştin.