10:21:04 AM
RojavaNews: Li Dêra Zorê piroseyeke bihevguhertina dîlan di navbera HSDê û DAIŞê de birêve çû.
Medya ya nêzîkî opozisyona Sûryê belav kiriye, ku duh li zevyê Umer yê petrolê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê, piroseyek bihevguhertina dîlan di navbera Hêzên Sûrya Demokrat û rêxistina DAIŞê de birêve çû, ku têde HSD 10 çekdarên DAIŞê beramberî 10 şervanên xwe serbest berda.
Li gorî ku medya ya opozisyonê belav kiriye, çekdarên DAIŞê li gundekî navçeya Şi'êtat hatibûn girtin, dema ku HSDê berî nêzîkî sê mehan ew gund kontrol kiribûK lê heya vê demê, HSDê ev zanyarî piştrast nekiriye.
Li Rojavayê Kurdistanê gelek kesên serkirde û siyasetmedar û kadroyên çalakvan yên Partiyên ENKSê û gelek kesên din ji aliyê rêxistina PYDê ve, bi rêyên nerewa hatine binçavkirin û ew nehatine serbestberdan û ta vê demê çerenivîsa wan girtiyan nediyare.