11:28:18 AM
RojavaNEWS: Roja Pêncşemê, mayînek , li gundê Axceliyê yê ser bi navçeya Condirêsê ve di malekî de teqiya û di encama wê teqînê de du kes şehîd ketin bi temamî mal hat rûxandin.
Jêderekê ji navçeya Cindirîsê ji re RojavaNews ragihand, “roja Pêncşemê , mayînek di nava mala Osman Hec Xelîl de teqiya û di encama wê teqînê de du welatî bi navê Osman Hec Xelîl û kurê wî bi navê Sulêman şehîd ketin û mala wan bi temamî hate rûxandin .”
Ev ne cara yekê ye mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê ve û çekdarên se bi opozisyona Sûriyê ve çandine li bajarê Efrînê û gundewarên wê diteqîyan, wek gundên: Şêx, Qermîtliqê, Ereba, Qorîgolê, Qenterê taxa Eşrefiyê û Mehmodiyê û navenda bajarê Efrînê û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahiyên welatiyan bi temamî hatin rûxandin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine û hin dibêjin mayîn ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ve jî hatine çandin ev kiryar bûye cihê şermezariyê û pirsê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang dikin, ku divê Artêşa Tirkiyê bi zûtirîn dem mayînên hatine çandin werin hilkirin û paqişkirin.
.