Print this page
Çalakvanên kurd banga serbest berdana girtiyên siyasî dikin

Çalakvanên kurd banga serbest berdana girtiyên siyasî dikin

 9:18:35 AM

RojavaNews: Ji despêka hatina PYDê ser deshelatê siyaseta girtin û binçavkirina endam û serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya kurdî , Partiya Demokrat a  Kurdistan - Sûriya û çalkvanên siyasî û civakî li xwe girtiye, û bi dehan girtiyên siyasî di zindanên PYDê de ne û ta niha çarenivîsa wan ne diyare lewma çalkvanên kurd banga serbest berdana wan dikin.

Li Efrînê Ebdulrehman Apo, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya (PDK-S)ê ye. Bêhtir ji carekê li ser destê hêzên Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hatiye girtin û Idrîs Elo û Ehmed Sîdo ta niha çarenivîsa wan  ne diyarin û hin dibêjin piştî şerê Efrînê, PYDê ew radestî rêjîma Sûriyê kirine.

Li Qamişlo çekdarên ser bi PYDê ve serkirdeyê PDK-Sê Behzad Dorsin û hevrêzkarê giştî yê Tevgera Çeksazî a Kurd li Sûriyê û Nemet Dawod sekreterê Partiya Wekhevî a Kurd li Sûriyê girtin û ta niha çerenivîsa wan nediyarin.

PYDê ta niha di siyaseta girtin û binçavkirina endamên tevgera Kurdî berdewam e û çalakvanên Kurd banga serbest berdana wan girtiyan dikin, ku bi zûtirîn dem PYDê dest ji wê siyasetê derde û zindanên xwe ji kesên Kurdperwer vala bikin.