Rojava News: Kurdên Rojava yên ku vedigerin Kobanêyê li benda alîkariya Tirkiyeyê ne.
Piştî şerê ku nêzî 4 mehan dewam kir, DAİŞê ji Kobanêyê vekişiya. Kurdên Kobanî yên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê vedigerin welatê xwe.
Yên ku vedigerin Kobanêyê bajarekî kavil û wêran dibînin. Li bajêr sûk, nexweşxane, dikan, xanî û avahiyên kamuyê xera bûne. Gelê Kobanêyê nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane peyda bikin û li benda alîkariya Tirkiyeyê ne.
Xalid Bozanê 59 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî destpêkirina şer tevî malbata xwe hatine Tirkiyeyê û ev 10 roj in jî vegeriyane Kobanêyê.
Bozan destnîşan kir ku bajar kavil û wêran bûye û wiha got: "Mala me ya 2 qatî xera bûye. Wesaît û eşyayên me xisar dîtine. Zexîreya me ya zivistanê jî hatiye talankirin. Niha em bi alîkariyên ku tên îdare dikin. Dîsa jî em kêfxweş in ku DÎŞI ji vir vekişiyaye. Em hatine dorpêçkirin û tenê Tirkiye heye ku em alîkariyê bixwazin. Derman tuneye, bijîşk tuneye."
Bozan diyar kir ku ji bo avakirina Kobanêyê alîkariya Tirkiyeyê lazim e.
Fatma Bozanê jî destnîşan kir ku di nav şert û mercên dijwar da dijîn û got ku pêwîstiya me bi alîkariyê heye.
Mistefa Nebiyê 60 salî yê ku 15 roj berê vegeriyaye Kobanêyê destnîşan kir ku şertên dijwar hene û got ku ji ber vê jî niha malbata min li Tirkiyeyê ye.