Print this page
Efrîn: Du Welatî ji ber teqîna Mayînekî şehîd bûn

Efrîn: Du Welatî ji ber teqîna Mayînekî şehîd bûn

12:38:11 PM 

RojavaNews: Duh, roja Şemiyê, mayînek li pêşiya deriyê malekê li gundê Qenterê yê ser bi navçeya Mabeta ve, teqiya  û di encama wê teqînê de du kes, ku ew hedu birayê hev bûn, jiyana xwe ji dest dan û mala wan  hat rûxandin.

Jêderekê ji gundê Qenterê ji RojavaNews re ragihand, ku duh roja Şemiyê mayînek di mala  Ehmed Şêx Ne,san de  ji gundê Qenterê  yê  ser bi navçeya Mabeta ve teqîya û di encama wê teqînê de du kurên wê malbatê yek bi navê Hesen18  salî  û yê din bi navê Siyamend 8 salî   jiyana xwe ji dest dan û mala wan  hat rûxandin.

Heman jêderê ragihand, ku gundê Qenterê bûye çarê caran rastî teqîna mayînan tê û hijmara qurbaniyan gîhaye 5 kesan û hijmaerek ji malan hatine rûxandin ji ber mayînên ku çekdarên PYDê di  malên welatiyan  wê gundî de çandine ji berî vekşandina wan çekdarn.

Ev ne cara yekê ye, ku mayînên çekdarên PYDê Çandine li seranserî Herêma Efrînê, dema ku welatî vedigerin malên xwe di nava wan de yek li rex yekî diteqin û di encama wan teqînan de  hejmarek ji welatiyan bûne qurbanî û bi taybet teqînên ku li bajarê Efrînê hatine rûdan û bi dehan mal hatine rûxandin û bi dehan jî kesên sivîl bûne qurbanî.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan bi temamî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang li rêxistinên mirovî  dikin  ku ew mayîn bi zûtirîn dem werin hilkirin û paqijkirin.