Print this page
Li Efrînê xwepêşandanek li dijî kiryarên hin kes ȗ grȗpên çekdar hat li darxistin

Li Efrînê xwepêşandanek li dijî kiryarên hin kes ȗ grȗpên çekdar hat li darxistin

 1:56:46 PM

RojavaNews: Duh êvarê, xwepêşandanek li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê Rojavayê Kurdistanê li dijî kiryarên, ku hin avahiyên xelkên Efrînê wek bingehên leşkarî têne bikar anîn û desteserkirina li ser malên xelkê Efrînê û cîbicihkirina malbatên Ereb yên ku ji Xûtayê derbederbûne di şûna wan de û dizî û talanlirina rûdidin hate kirin û xwepêşenderan daxwaza sizedana wan kes û aliyên bi pêkîneran kir.

Di xwepêşandana şeva bihûrî de xelkên taxa Mehmûdiyê li Efrînê daxwaza sizedana sizedana kes û aliyên bipêkirina zagonên navdewletî û mafê welatiyên Efrînê di nava bajêr de kirin.

Hin jêderan ji nava Efrînê ji RojavaNews re ragihandin, ku şeva bihûrî xelkên taxa Mehmûdiyê xwepêşandaneke aştiyane dijî kiryarên hin çekdarên ser bi Hikumeta Sûrî ya Demkî ve. Ku hin avahiyên xelkên Efrînê wek bingeh ji xwe re bikar tînin û berdidin welatiyê bajêr yên resen bi darê zorê û malbatên Ereb yên ku ji Xûtayê derbederbûne  di şûna wan de bicih dikin, herwiha kiryarên dizî û talankirinê bikar tînin û daxwaz sizedana wan kes û aliyên binpêkirina zagonên navdewletî û mafên welatiyên Efrînê  di nava  bajêr de dikin kirin.

Li gorî heman jêderan xwepêşanderan ji taxa Mehmûdiyê li bakûrê Efrînê berê xwe dane bingeha Serayê, ku têde Artêşa Tirkiyê bicij bûye û giêiyên xwe derbarî wan kes û aliyan û pêkîneran dikin ji Artêşa Tirkiyê re pêşkêş kirin û dexwaza derxistina malbatên, ku di mal û avahiyên xelkên Efrînê de bi zorê hatine bicihkirin û sizedana pêkîneran, herwiha rakirina dîmenên leşkarî ji nava bajêr  û rêvekirina vegera  xelkên Efrînê bo mal û milkên wan kirin.

Piştî xwepêşander vegeriyana taxa xwe Tankên Artêşa Tirkiyê gihiştin wê taxê û hin bingehên di nava avahiyên welatiyan de hatibûn bikaranîn bi zorê vala kirin û kesên tewanbar  girtin û biryara qedexekirina hatin û çûna sivîl û çekdaran piştî demjimêr nehê şevê hate dayîn ji bilî polisên leşkarî û bi merca, ku bi cil û bergên xwe yê leşkerî bin nav yek bû cihê kêfxwaşiya welatiyên Efrînê û gelek dayîkan dane ber tilîliyan ji ber ku wek wan jêderan got eve cara yekem e ku piştevanî û parastina welatiyan tê kirinû dxwaza wan bicih dibe.