Rojava News: Sêyemîn salvegera şehîdbûna serkird Nesridîn Berhik tê bi bîr anîn.
Îro, roja yekşemê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê Sêyemîn salvegera şehîdbûna serkird Nesridîn Berhik tê bi bîr anîn.
Bi vê sebaretê rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S gellek çalakiyên cuda cuda li Rojava lidar dixin.
Di 22ê sibata 2012an de şehîd Nesridîn Berhik ku endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê(El-Partî) li ser destê grûpekî çekdare nenas hate kuştin.