12:14:51 PM
RojavaNews: Bi berdewamiya 3 rojan, civîna serkirdayetiya Partiya Demoqrat a Kurdistan – Sûriyê li Hewlêrê paytexa Kurdistana Iraqê bi dawî hat.
Serkirdeyekî ji RojavaNews re ragihand, ku civînên wan serkeftî bûn û di wan civînan de mijarên rêxistinî li seranserî rêxistinên Partiyê hatin gengeşe kirin û mijara sereke di wan de li darxistina Kongireyê PDK-Sê bû.
Li gorî wî serkirdeyî ragihand, ku li ser rewşa siyasî hate rawestandin û arasteya giştî ya Partiya Demoqrat a Kurdistan – Sûriyê û bi taybetî rewşa Efrînê di paşe roja kurdistana Sûriyê de bi hurgulî hate gengeşkrin.
Tê zanîn, ku PDK-Sê ew civînên xwe bi dawî hatin û serkirdên Partiyê wê karê xwe li Kurdistana Sûriyê û li herderê geş bikin, tevî ku astengiyên PYDê li ser wê