11:29:28 AM
RojavaNews: Duh Şemiyê, rêveberiya dergehê Sêmalka ya ser bi PYDê ve rê neda endama komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, Perîxan Daûd ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe.
Jêderekê taybet ji RojavaNews re ragehand, ku rêveberiya dergehê Sêmalka ya ser bi PYDê ve rê neda endama komîteya navendî PDK-Sê Perîxan Daûd ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe .
Komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya, civîna xwe ya normal li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê di 30 Nîsanê an lidar xist û gelek biryarên ji bo kar û xebatê hatin standin.