Print this page

DAİŞê 50 termê Çekdarên xwe li pişt xwe hişt

 

Rojava News: Li başûrê bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê şerekî giran di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derketiye û 50 termên wan çekdran li cihê şer mane.

Şevê din demjimêr 21:30 şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket û çend demjimêra berdewamkir.

 
Li gor agahiyan; Çekdarên DAIŞê êrişî gundên Til Şeîr, Sultan Ebdulah û Tilrîmê li eniya Guwêrê kirin lê êrişa wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ve hate têkbirin. 

Di encama şer û pevçûnên şevêdinde 50 termên  çekdran li cihê şer mane. Pêşmergeyek jî birîndar bûye û ti Pêşmerge şehîd nebûye.”

 

 Hatiye zanîn; Gellek xelkê biyanî di nava wan kuştiyan de ne.