12:59:49 PM
RojavaNews: Piştî kontrolkirina Herêma Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê ên ser bi wan ve, çekdarên opozisyonê li seranserî gund û navçeyên Efrînê dest bi talan û dizî û malwêrankirina mal û milkên welatiyan kirin û ev rengên binpêkirin û talanên malan ji aliyê çekdaran ta vê demê berdewam in.
Jêderekê li gundê Qêsim ji RojavaNews re rgihandin, ku çekdarên opozisyonê, piştî malbatên xwe di gundê Qêsim de bicih kirin, êdî dest bi dizî û talan û binpêkirina mafên mirovan dikin û hin mal jî ji xwe re kirine embar ji bo kelûpelên diziyê û kesên gazina dikin li cem efserên Tirkiyê, ew rastî eşkenceyên tund tên û rewşa wî gundî bi habûna wan çekdaran di nava malên gundiyan de bûye cihê metirsiyê û neraziyê.
Heman jêderê got, ku duh bi şev çekdarên opozisyonê li wî gundî derbasî mala Muhemed Şêxo bûn û li ser xaniyî wî sîstema enerjiyê hat vekirin û dizîn û gule jî di ser malan re hatin teqandin û xwediyê wê malê nikarî li hember kiryarên wan rawestiya ji ber ew ji aliyê wan çedaran ve wê were eşkencekirin.
Jêderê tekez kir, ku ji berî çend rojan çekdarên opozisiyonê otombîla welatiyekî wî gundî bi navê Mehmo Hebaş bi darê zorê ji wî standin û desteserkirin û rojane bi barhilgiran kelûpelên malan ên hatine talankirin û dizîn bar dikin û ji xwe re dibin, bê ku tu kes karibe li hember van kiryarên tund raweste û çareyekê ji bo diziyê bibîne.
Çekdarên opozisyona Sûriyê li gundewarên Herêma Efrînê di talankirina malan û binpêkirina mafên mirovan de berdewam in û bi hezaran malên welatiyên Efrînê desteserkirine roj bi roj têne dizîn li ber çavên wan û êdî ev rewş nayê pejirandin û welatî ji Hikumeta Tirkiyê dixwazin bi zûtirîn dem van çekdaran ji gundên Herêma Afrînê derxînin û li şûna wan polîsên leşkerî yên ji xelkê Efrînê bicih bikin.