12:37:03 PM
RojavaNews: Piştî rêbenda Kîmarê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê hate vekirin û derbeder rojane derbasî Efrînê dibin, lê vê carê Milîsên Niblê li wî bajarî rêbendên gerok li ser çatriyan dirust dikin da ku tu kes venegere gundê xwe, mebest ji vê gave ewe ku derbederên Efrînê bi qaçaqî û peran û bi nirxekî bilind wan veguhêzînin bajarê Helebê û ji aliyekî din jî PYDê li kampan vegera derbederan qedexe kiriye.
Jêderekê ji bajarê Niblê ji RojavaNews re ragihand, ku Milîsên Niblê yên ser bi rêjîma Sûriyê ve liWî bajarî ku hejmarek ji derbederên Efrînê xanî ji xwe re kirê kirine û ew dixwazin vegerin şûnwarên xwe, lê ew Milîsan rêgiriye ji pîşiya wan digrin û nahêlin xelkê Efrînê vegerin û sedema serete dixwazin bixapînin û bi qaçaqî û peran wan bibin Helebê.
Jêderekê Taybet ji nava kampa Serdem li Şehbayê ji RojavaNews re ragihand, ku piştî rêbenda Kîmarê hate vekirin, piraniya derbederên li nava kampên Şehbayê dixwazin vegerin malên xwe li çekdar û Asayîşên ser bi PYDê ve rêgiriyê li wan digrin û axaftinên xerab ji wan re didin û yên li kampan bi dizî direvin ew rastî sizedanên tund tên.”
Heman jêderan tekez kirin û gotin, “ku derbeder li nav wan Kampan û li bajarê Niblê û nava hin gundên Şêrewa wek Suxenekê Aqûbê asê mane û ew cih ji wan re bûne zindanên girtî û rewşa wan gelekî xerabe ji bo kêmbûn û tinebûna pêdiviyên xwarinê roj bi roj rewşa wan xerab dibe.”
Jêderekê din ji gundê Aqûbê ragihand, ku “çekdarên ser bi PYDê ve li nava gundê Aqûbê belav bûne û nahêlin ti kes ji derbederên xelkê Efrînê ji wê gundî vegerin gundên xwe û rêjîme Sûriyê jî rêgiriyê li pîşiya xelkê Efrînê diire da ku bi peran wan bibine bajarê Helebê.”
Tê zanîn ku Milîsên Niblê û PYDê û rêjîma Sûriyê ta vê demê nahêlin welatiyên Efrînê ku li wan deveran bi cih bûne vegerin cih û warên xwe û PYDê dixwaze wan ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne û ji bo welatî venegerin ew nasnameyan ji wan distînin û Milîsên Niblê jî ji bo peran rêgiriyê li pîşiya wan digirin.