10:02:07 AM
RojavaNews: duh, roja Sêşemê, mayînek di otombîkeke derbererên Efrînê de li ser riya di navbera gundên Kurzêlê û Basûtê yên Efrînê de teqiya û di encama wê teqînê de kesek şehîd ket û du kes jî birîndar bûn.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku duh li ser rêya Gurzêlê û Basûtê li Efrînê dema derbeder vedigerin gundên xwe mayînek berê hatibû çandin di otombîleke teqiya û di encama wê teqînê de welatiyek şehîd ket û 2 kes din jî birîndar bûn.
Heman jêderê ragihand, ku piştî wê teqînê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê avêtine ser malên li gundê Gurzêlê û dest bi lêgerîna li malên gund kirin û welatî vekişandin dibistana gund û tê de komkirin û vekolîn bi wan re hat kirin.
Ji ber kontrolkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve di 18ê Adara borî de, zêdetir ji 200 hezar hemwelatiyên Efrînê derbeder û koçber bûn, tevî astengkirin û rêgiriyê vegera wan jî, rojane beşek ji hemwelatiyan bi rêyên qaçaxî û bi zehmetî vedigerin gundên xwe.