Print this page
Rigirî li xelkên hin gundên Efrînê bo vegerê tê kirin û mal û zeviyên wan têne talankirin

Rigirî li xelkên hin gundên Efrînê bo vegerê tê kirin û mal û zeviyên wan têne talankirin

12:14:08 PM

RojavaNews: Piştî du meha ji kontrolkirina Herêm Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên opozisyonê , xelkên hin gundên  ser bi navçeya Reco, li bajarê Efrînê û hinek jî li ku li deverên din dijîn, nikarin vegerin nav mal û milkên xwe, ji ber rêgirî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve li wan tê kirin û rêyê nadin wan derbasî gundên xwe bibin.

Jêderekê ji navçeya Raco ji RojavaNews re ragihand ku, Artêşa Tirkiyê bingehek  leşkerî  li nêzîkî gundê Dêrwîş  û bingeheke ezmanî li ser çiyayê Bilêl dirustkirine û ew rêyê nadin welatiyên gundên Bilêlko,Çe,nka, Elbîskê Eltaniya, Dêrwîş, Çeqmaqê Mezin û Elemdara  vegerin gundên xwe .

Heman jêderê tekez kir. ku piştî çend sozan ji aliyê Artêşa Tirkiyê hatiye birin û wan got wê rêyê li pîşiya derbederan vekin, lê ta vê demê tu kes venegeriya gundê xwe û soz bi cih nehatiye kirin û li ba welatiyên wan gundan  bûye  cihê metirsiyî ku ew ji çinîna werzê û zad û çinîna kerez çiloyê rezan  jî bêpar in û li şûna wan malbatên çekdaran berheman biçinin.

Di vî warî de welatiyê bi navê Silêman ji gundê Elemdara hewilda li sibeha îro here nava zeviyê xwe û colbana biçinê, lê  çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê ve ew hate qedexekirin û otombîla  wî jî jê standin û ji nav zeviyê qewitandin.

 welatiyekî din ji gundê Çeqmaqa, ku  nexwest navê xwe eşkere bike ji RojavaNews re got, ku duh bi şev grûpek ji çekdarên opozisyonê êrîşî  mala wî kirin û gule di nava mala wî de teqandin û bi darê zorê pezê wî birin û îro ew hat navçeya Raco  li ba Artêşa Tirkiyê û Encûmena Sivîl ya Raco gilî û gazinên xwe ji wan re kir da ku mafê wî li wî were vegerandin. 

Tê zanîn ku heya niha bi dehan gund li Efrînê hene, ango xelkên wan gundan ji mafê vegerê bi gelek behaneya, tên bêparkirin û bi taybetî  gundên navçeya Raco û çekdarên opozisyonê jî di talan û diziyên xwe de  berdewam in û berheman ji xwe diçinin û li bazaran difroşin.