Print this page
Çekdarên PYDê li Qamişlo keça bi navê Narîman Yûsif  revand

Çekdarên PYDê li Qamişlo keça bi navê Narîman Yûsif revand

9:31:42 AM

RojavaNews: Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê , bi kiryarê girtina keç û ciwanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê berdwamin.

 Roja Sêşemê çekdarên PYDê keça bi navê Narîman Yûsif Keleş,  ku temenê wê 11e salî ye li taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê kurdistanê girt.

Jêderên xwecehî dane zanîn ku van çekdaran Narîman ji pêşya dergehê dibistana wê ya bi navê dibistana Mehmûd Es'd bir.

 Ev ne cara yekê ye ku çekdarên ser bi PYDê ve keç û ciwanên kurd yên temen biçûk direvînin û zindanên wan bi dihan zarok têde çîbûne.