Print this page
Tirkiyê: Em Efrînê ti demekê radestî hikumeta Sûriyê nakin!

Tirkiyê: Em Efrînê ti demekê radestî hikumeta Sûriyê nakin!

 8:21:13 PM

RojavaNews: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê, Recep Akdag ji rojnemaya Almanî ,Die Welt re axifî û li ser pirsekê derbarê operasyona Efrînê got: ‘Em ti carî Efrînê radestî rêveberiya Esed nakin”. Armanca me ya tekane “parastina ewlekariya Tirkiyê ye”.

Artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê di 20ê Çileya derbasbûyî de, li gel hin çekdarên opozisyona Sûriyê, dest bi operasyona “Şaxê Zeytûnê” li Efrînê kir û 18ê Adarê de Efrînê û gundewarên wê kontrol kir.

Piştî wê yekê, serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, çendîn caran ragihand, ku niha ew amadekariyan dikin, daku heman operasyonê li Minbic û hindeverên din yên Rojavayê Kurdistanê destpê bikin.

Di dawîn daxuyaniya xwe de jî li ser vê pirsê, Serokê Tirkiyê gotibû: Armanca me ji wan operasyonan tenê YPGê ye û ti pirsgirêka me bi birayên min yên Kurd li Sûryê tine ye.