Print this page
Efrîn: Mayînek li gundê Qêsim teqiya û 5 kes birîndar bûn

Efrîn: Mayînek li gundê Qêsim teqiya û 5 kes birîndar bûn

2:20:08 PM 

RojavaNews: Duh roja Înê, mayînek , ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine li ser çat riya Eniya Kurê li gundê Qêsim yê ser bi navçeya Reco ve di terektorikê de teqiya û di encama wê teqînê de  pênc kes birîndar bûn û du ji wan bi giranî birêndar bûn û hatin veguhaztin bo nexwaşxaneyekê li Hetayê.

Jêderekê ji gundê Qêsim ji RojavaNews re ragihand, ku duh Înê, dema hin ji cotyarên gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ve dixwestin herin nava zeviyên xwe, mayînek, ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine li ser çat rêya Eniya Kurê li wî gundî di bin tekerê terektorê de teqiya û di encama wê teqînê de 5 sivîl  birîndar bûn û du ji wan bi navê Cemal Şêxo û Mihemed Ehmed Ebdulhenan bi giranî birîndar bûn û  ew bo nexwaşxaneyekê li Hetayê hatin veguhaztin.

 Heman jêderê ragihand, ku ji berî demekê li wî gundî du caran mayîn teqiyan û di encama wan teqînan de welatiyek bi navê  Ehmed Şêxo şehîd bû û çar welatiyên din jî birîndar bûn û du mal bi giştî hatin rûxandin.

Ev ne cara yekê ye mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine  li bajarê Efrînê û gundewarên wê teqîyan, wek gundên: Qermîtliqê, Ereba, Qirîgolê, li ser rêya Gurzêlê û navenda bajarê Efrînê û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn qurbanî û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahî  bi giştî hatin rûxandin.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine û bi taybet li gundê Qêsim piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê û welatiyên Efrînê ku dema vegerin malên xwe an jî herin nava zeviyên xwe di metirsiyeke giran de  dijîn û bang dikin ku ew mayîn bi zûtirîn den werin hilkirin.