Print this page
Yekem binçavkirî yê PYDê radestî rêjîma Sûriyê  kiribû hate serbestberdan

Yekem binçavkirî yê PYDê radestî rêjîma Sûriyê kiribû hate serbestberdan

11:36:16 AM 

RojavaNews: Piştî du meh û nîv di ser ravandina welatî bi navê Heysem Ehmed nase bi navê (Heysem Haşim) derbas bûne û ew  xelkê navçeya Şiyê ye û li bajarê Efrînê dijî, ku PYDê ew radestî rêjîma Sûriyê kiribû, duh hate serbestberdan.

Li gorî jêderên ji malbata Heysem ji RojavaNews re ragihand, ku Heysem ji aliyê çekdarên PYDê ve bi tometên neyasayî hat revandin û binçavkirin û pişt re ew li bajarê Efrînê xistin zindanê û piştî vekşandina çekdarên PYDê ji bajarê Efrînê ew nehat serbestberdan, lê PYDê ew radestî rêjîma Sûriyê kiribû û ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ew serbest hate berdan.

 Li Rojavayê Kurdistanê  gelek kesên siyasetmedar û kadroyên PDKSê çalakvan mîna serkirde Abdurrahman Apo, Idrîs Elo û Ehmed Seydo û Mehmûd bavê Hemzê û gelek kesên din ji aliyê rêxistina PYDê ve bi rêyên nerewa hatine binçavkirin û hin ji wan radestî rijîma Sûriyê kirine û ta vê demê çarenivîsa wan nediyarin.

 

.