Print this page
Li bajarê Dêrikê barhilgireke petrolê teqiya û zarokek jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Dêrikê barhilgireke petrolê teqiya û zarokek jiyana xwe ji dest da

10:51:41 AM 

RojavaNews:  Duh, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, barhilgireke petrolê û di encama wê teqînê  de kesekî canê xwe ji dest da û hejmarek kesên din jî brîndar bûn.

Jêderekê ji bajarê Dêrikê ji RojavaNews re ragihand, duh roja Sêşemê, dema ku hosteyê çakkirina barhilgiran, barhilgireke petrolê li caddeya Kornîş ya bajarê Dêrikê lihêm dikir, ew barhilgir teqiya û di encama wê teqînê de zarokekî 13e salî canê xwe ji dest da û çar kesên din jî brîndar bûn.

Heman jêderê ragihand, ku kesên brîndar bûne ji bo nexweşxaneyên bajêrê Dêrikê hatine veguhestin.