Print this page
Dr.Ebdulhekîm Beşar: Dibe ku bi erêkirina Emerîka û Rûsiya, Turkiye 30km derbasî bakurê Sûriyê bibe

Dr.Ebdulhekîm Beşar: Dibe ku bi erêkirina Emerîka û Rûsiya, Turkiye 30km derbasî bakurê Sûriyê bibe

 

 

 

 9:31:03 AM

RojavaNews: Endamê Polîtbîroya Siyasî ya Partiya Demkrat a Kurdistan -  Sûriya,  D. Ebdilhekîm Beşar di şiroveyekê de derbarê rewşa kirîza Sûriyê bi taybet bangihêşta serokê Rûsiyê,  Vladimir Putin ji serokê rêjîma Sûriyê  Beşar Esed re û hevdîtina herdu aliyan li bajarê Soçiyê li Rûsiyê.

Beşar di wê şiroveya xwede dibêje, ku ew bangehişt ne asayî bû, lê namene Rûsiya yê girîng hebûn divê bighên Esed bi awayekî rastexo,  û Esed ji aliyê protokol ve wekû serokê dewletekê hat pêşwazî kirin berovajî seredanên wî yên berya niha ku D. Ebdilhekîm Beşar ew yek bi nameyeke giring pesen da.

Beşar sedemên wê hevdîtinê bi çar xalan kurt kir ew jî evin:

  -  Yekem pêwîsta erêkirina Esed li ser emadeçêkirina komîteke distûrî  ku biryare ji aliyê navbênkarê Navnetewî  ve bi hevbeşî li gel rêjîma Esed û Opozisyona Sûriyê û hersê welatê gerantîdarên rêkeftinên Asîtana bê nivîsandin .

-  Diwem handina rêjîma Esed ji bo pejrandina çareseriya siyasî li gor rêkeftinên kongirê Soçî û 12 xalên De Mistura ji ber ku Rûsiyê ne emadeye di şerekî dirêj de bimîne, ji bo parastina rêjîma Esed ji ber rewşa RûsiyAYê ya abûrî ya nebaş.

-   Sêyem eger Astengî li pêş çareseriya siyasî li Sûriyê rû bidin ji ber redkirina Opozisyona Sûriyê re ji çareseriya ku Rûsiyê pêşkêş kirye divê ji nû ve deverên hêzê li Sûriyê bên dabeş kirin ew jî li gor vê sînaryoyê ku wê bakurê Sûriyê bi kûrahiya 30î kîlometran devereke dibin kontrola Tirkiyê de be, û bi wê yekê wê Tirkiyê tevgereke leşkerî ya nû bike piştî hilbijratnên wî welatî, ku ew yek wê deverên kurdî jî li xwe bigIre û ew yek wê bi rêkeftineke navdewletî be ji aliyê herdû welatên zil hêz Rûsiya û Brîtanyayê.

Sînorê Iraqê û Sûriyê bi kurahiya 30î kîlometran wate piştî devera kontrola Tirkiyê û ta Başûrê Sûriyê wê devereke dibin kontrolA Amrîkî de be, ku ew yek bajarê Reqayê û Dêra Zorê û devera badiyê ya Sûriyê lixwe digre.

Beravên Sûriyê wê dibin kontrola Rûsiyê de bin.

Deverên mayî jî li Sûriyê mîna Şam , Himis , Hema û Heleb wê dibin kontrola rêjîma Esed de bin, ew jî bi piştevaniyeke Rûsî û erêkirineke Amrîkî.

Deverên dibin kontirola Îranê wek xwe namînin ji ber gefên Israîlê û êrîşên wê yên berdewam .

-  Xala çarem li gor şiroveya D. Ebdilhekîm Beşar ewe, ku pêşwaziya pirotokolî ya Esed nameyeke Rûsiyê,  dibêje ku Esed wekû serokê welatekî danûstandê dike, û bi gavên girîng radibe ji bo sînordarkirina hebûna Îranê ji ber hebûna mîlîsên Îranê çareseriya siyasî têk dibe.

-  Xala Pêncem ku wê hilbjartina hikûmeta Îraqê ya nû bandoreke ne rastexo li ser biryara Amrîka bike derbarî ji nû belavkirina deverên hêzê li Sûriyê, û  wê biryarên nû yên Amrîkayê li deverê hebin derbarî cudakirina sînorê Îraq û Sûriyê ji hev û wê di heyvên kêm yên hatî de tevgereke leşkerî û dîblomasî kûr hebe , ji bo pêkanîna wan ermancan, eger hikûmeta Îraqê ya nû dibin bandora Îranê de be lê eger hikumeteke serbixwe be ew yek rû nade .