Print this page
Yûnanistan: Li girava Mîtîlînî êrîşeke hovane dijî koçberên Kurd hat kirin

Yûnanistan: Li girava Mîtîlînî êrîşeke hovane dijî koçberên Kurd hat kirin

1:41:13 PM 

RojavaNews: Li girava Mîtîlînî ya Yûnanistanê, hejmarek Erebên Sûriyê û Iraqê û welatiyên ji Pakistanê bi sedema negirtina rojiyê bi  boriyên hesinî êrîşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kirin, di encama bûyerê de bihtirî 50î ji koçberan birîndar bûn.

Li gorî dîmenên ku bi berfirehî li ser torên civakî hatine belavkirin, xuya dibe ku çend gencên Erebên Sûriyê ku ji xelkê Dêrazorê ne, herwiha ligel çend gencên Erebên Iraqê  û hin Pakistanî û Afaganî êrîşî konên koçberên Rojavayê Kurdistanê li girava Mîtîlînî kirin, ku li dijî Kurdan boriyên hesinî û çoyê daran  di destê wan de bi kar anîne .

Li gorî  hatiye ragihandin li ser torên civakî,  sedma wê êrîşa terorê, ku koçberên Kurd rojiya xwe negirtibûn û bi sedema nerojîbûnê ji aliyê wan kesan ve  hatin êrîşkirin û di dîmenan de xuya dike ku  hin xortên Kurd yên birîndar li erdê ne û bi giranî birîndar bûne.

Li gorî wan dîmenan, kesên ku êrîş kirine ser xortekî Kurd yê birîndar û li du xwe kaş dikin, lê tevî ku wê êrîşê gelekî dirêj kiriye, hêzên polîsên Yûnanistanê di dîmenan de nayên dîtin û wan ti kar nekiriye  bo sekinadina ew êrîşa hovane.

Tê zanîn ev buyer hatiye kirin ne tenê li Yûnanistanê, lê belê li Alemaniyê jî haiye kirin, ku bi kêran êrîşî Kurdan kiribûn bi sedema negirtina rojiyê.