5:19:14 PM
RojavaNews: Dibistana El-Îtîhad ya ser bi Hikumeta Sûrî ya Demkî ve, vekirina deriyê xwe ragihand, ku wê pêşwaziya xwandekarên amedeyî û ya bilind li bajarê Efrînê Rojavayê Kurdistanê bike.
Li gorî birêveberiya dibistanê, ku wê dibistanê dest bi pêşwaziya xwandekarên amedeyî û ya bilind ji herdu beşên (zanîstî û wêjeyî) kir û wê xuleyên fêrkirinê yên pir û berdewam bidin ji bo amedekirina xwandekaran ji ezmonan re.
Birêveberê dibistana El-Îtîhad ji aliyê xwe ve got, ku ta vê demê, wî navê 400 xwandekar tomar kirine û wê dest bi xuleyên fêrkirinê yên pir û berdewam ji bo amedekirina xwandekaran ji ezmûnên dawî yên herdu nasnameyan re bikin.
Tê zanîn, ku piraniya mamoste û birêveberên wê dibstanê Ereb in û hin ji wan mamosteyan cûdahiyê dixine navbera xwandekarên Kurd û Ereb û axaftin bi zimanê Kurdî jî qedexe dikin.