11:40:53 AM
RojavaNews: Duh, roja Sêşemê, doktor Lazgîn Salih ji aliyê çekdarên ser bi Ehrar El-Şerqiyê ve li bajarê Efrînê hat revandin û mal û otomobîl û cihê wî yê pizêşkiyê hatin desteserkirin û sedema sereke ji binçavkirina wî ji bo peran û ta vê demê çarenivîsa wî nediyar e.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, “ku duh roja Sêşemê, grûpek çekdar ya ser bi Ehrar El-Şerqiyê ve êrîşî mala doctor, Lazgîn Salih li bajarê Efrînê kir û mal û otomobîl û cihê wî yê pizîşkiyê desteser kirin û ew bo cihekî nediyar revandin û ta vê demê çarenivîa wî nediyar e.”
Heman jêderê ragihand, “ku D. Lazgîn xelkê gundê Gurzêlêye ya ser bi bajarê Efrînê û li wir dijî û mala wî li ser cihê wî yê pizîşkiyêye li kolana sûka Cindirêsê û ew pijîşkê dil yê tekane ye li bararê Efrînê, ji ber biraniya doktoran ji bajarê Efrînê, piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar, derketin.”
Piştî derbasbûna Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, barêrê Efrînê hat talankirin û wan grûpan ji bo peran dest bi sevandina welatiyên Efrînê kirin, herwiha berhemên çandiniyê wek kerez û çiloyê rezan û genim jî desteser kirin, ji bilî binpêkirina rojane ya mafên mirovan di derheqê miletê me yê Efrînê.