11:05:48 AM
RojavaNews: Duh, roja Yekşemê, 3 mayîn di mala Arêf Menan Xeco li gundê Qenterê yê ser bi navçeya Mabeta ve, teqiyan û di encama wan teqînan de mala wî bi temamî hat rûxandin.
Jêderekê ji gundê Qenterê ji RojavaNews re ragihand, ku duh roja Yekşemê 3 mayîn di mala Arêf Menan Xeco de ji gundê Qenterê yê ser bi navçeya Mabeta ve teqîyan û di encama wan teqînan de mala wî bi temamî hat rûxandin.
Heman jêderê ragihand, ku li gundê Qenterê ev pênc caran rastî teqîna mayînan tên û hejmara qurbaniyan gîhane 5 kesan û hejmarek ji malan hatine rûxandin ji ber mayînên ku çekdarên PYDê di malên welatiyên wî gundî de çandine.
Ev ne cara yekê ye, ku mayînên çekdarên PYDê Çandine li seranserî Herêma Efrînê, dema ku welatî vedigerin malên xwe di nava wan de yek li rex yekî diteqin û di encama wan teqînan de hejmarek ji welatiyan bûne qurbanî û bi taybet teqînên ku li bajarê Efrînê hatine rûdan û bi dehan mal hatine rûxandin û bi dehan jî kesên sivîl bûne qurbanî.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan bi temamî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang li rêxistinên mirovî dikin ku ew mayîn bi zûtirîn dem werin hilkirin û paqijkirin.
M. Qadî