Print this page
Grûpên çekdar doktorekî Efrînî direvînin

Grûpên çekdar doktorekî Efrînî direvînin

 3:48:02 PM

RojavaNews: Li Efrînê gr[peke çekdar bi ser opozîsyona Sûriyê ve bijîşkê Kurd û endamê Encûmena Sivîl ya Efrînê Dr. Ehmed Silêman digirin û wî ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

Kurê wî diktorî, Peyman Ehemd Silêman ji re RojavaNews ragihand, ku roja 1ê Hezîranê hejmarek ji çekdaran hatin gundê Gewrika ya ser bi navçeya Cindirêsê û bavê wî ji nava gund li mala mixtarê wî gundî birin cihekî ne diyar.

Peyman da zanîn jî, bavê wî Dr. Ehemd Silêman û di dema dawiyê de bûbû endamek ji Encûmena Sivîl ya Efrînê, ev 4 çar roj in çarenivîsa wî ne diyar e.

Ev ne cara yekem e yekem ku grûpên çekdar diktor û kesayetiyên Efrînê binçav dikin, ku roja 29ê Gulana bûrî çekdarên “Ehrara Şerqiye” mal û norîngeha Dr. Lezgîn Salih dizîn û talan kirin û ew diktor jî revandin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê roja 18ê Adara bûrî herêma Efrînê dagîr kirin, ta niha jî bi sedan xort û kesayetiyên Efrînî girtine û di talana milkê welatiyan de berdewam in û li vê dawiyê dest bi talana alavên mekbezên zeytê  kirin e .