Print this page
Efrîn: Li gundê Tirmûşa mayînek teqiya û zarokek şehîd ket

Efrîn: Li gundê Tirmûşa mayînek teqiya û zarokek şehîd ket

11:03:17 AM 

RojavaNews: Duh, roja Duşemê, mayînek di maleke vala de li gundê Tirmûşa yê ser bi navçeya Şiyê ve, teqiya  û di encama wê  teqînê de  zarokê bi navê Ednan Ferîd Sîdo şehîd ket û mala vala bi temamî hat rûxandin.

Jêderekê ji navçeya Şiyê  ji RojavaNews re ragihand, ku duh roja Duşemê  mayînek  di maleke vala de li gundê Tirmûşa yê ser bi navçey Şiyê ve  teqîya û di encama wê teqînê de  ew mal bi temamî  hat rûxandin û zarokek bi navê Ednan Ferîd Sîdo şehîd ket.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milk û zeviyên  welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li rêxistinên mirovî  û navdewletî û bi teybet dewleta Tirkiyê dikin  ku ew mayîn bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.

M. Qadî