Print this page
Kobaniyê: Asayîşa PYDê serkirdeyekî partiya El-Wehdê girt

Kobaniyê: Asayîşa PYDê serkirdeyekî partiya El-Wehdê girt

12:09:40 PM 

RojavaNews: Rêxistina Kobaniyê ya partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd (El-Wehdê) îro di daxuyaniyekê ragihand ku ‘Hêza Hat’ duh bi şev, serkirdeyê rêxistina Başûrê Kurdistanê ya wê partiyê girt bê ku ti biryareke dadgehê ya girtina wî hebe.

Li gor daxuyaniyê, Îbrahîm Mihemed, bi serdanekê vegeriyabû Kobaniyê û li gundê Şêxan bi awayekî  qirêj hat girtin.

Herweha rêxistina El-Wehdê li Kobaniyê di daxuyana xwe de, girtina Îbrahîm Mihemed, şermezar kir û berpirsyariya selametiya hilda milê rêveberiya xweser ya PYDê, û daxwaza berdana hevalê xwe û hemî girtiyên siyasî kir.

Ev ne cara yekê ye, ku çekdarên ser bi PYDê ve çalakvan û endamên partiyên Kurdî direvînin û binçav dikin, ku ji berî demekê bavê Hemza û kesayekekî din ji wî gundî  ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatin girtin.

Tê zanîn ku partiya El-Wehdê ji rêveberiya xweser nêzîk e û ji rêveberiya xweser mûleta  kar standiye û PYDê di girtina xurtan de bo leşkeriya neçar berdewam e.

M. Qadî