Print this page
Efrîn: Mayînek di patozekê de teqiya kesek birîndarbû

Efrîn: Mayînek di patozekê de teqiya kesek birîndarbû

11:38:54 AM 

RojavaNews: Duh, roja Yeşemê, dema ku patozek li zeviyê genim li nêzîkî bajarê Efrînê genim diçinî mayînek di wê de teqiya û di encama wê teqînê de kesek ji karmendên wê patozê birîndar bû û ziyanek giran gîhaye wê patozê.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, duh roja Yekşemê, 10-06-2018 dema ku patozek derbasî nava zeviyekî genim bû  li nêzîkî bajarê Efrînê û dest bi çinîna genim kir, mayînek di wê de teqiya û di encama wê teqînê de kesek ji karmendên wê patozê birîndar bû û ziyaneke giran gîhaye wê patozê.

Ev ne cara yekêye mayînên ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine di nava mal û milk û zeviyên welatiyên Efrînê de diteqin û bi sedema wan teqînan hejmarek sivîl bûne qurbanî û bi dehan jî mal hatine rûxandin.  

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milk û zeviyên  welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li rêxistinên mirovî  û navdewletî û bi teybet dewleta Tirkiyê dikin  ku ew mayîn bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.

M.Qadî