Print this page
Efrîn: Cîgirê serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê di bin eşkenceyê de tê şehîdkirin

Efrîn: Cîgirê serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê di bin eşkenceyê de tê şehîdkirin

1:00:32 PM 

RojavaNews: Îro sibeha roja Sêşemê, Ji ber eşkenceyeke tund li ser destê grûpa El-Emşat ya  çekdar ya ser bi Tirkiyê ve , welatiyekî Kurd bi navê Ehmed Mihemed Şêxo ji navçeya Şiyê  a bi ser Efrîna Rojavaya Kurdistanê  û Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê hat şehîdkirin.

Mistefa Şêxo, Birayê  Ehmed li Libnanê  ji RojavaNews re ragihand, ku grûpa çekdar bi navê El-Emşat roja pêncşemê 7ê Hezîranê bi ser mala Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê Ehmed Mihemed Şêxo de girtin û ew û hejmarek mêr û jin ji malbata Şêxo jî girtin û 5 ji wan bi hovane hatin eşkenekirin, piştre ew hatin veguhaztin bo navendeke pizîşkî li gundê Qermîtliqê ji bo dermankirina wan û şeva bihûrî ew 5 kes serbest hatin berdan, lê Ehmed  ji ber birînên xwe yên  giran, îro, vê sibê canê xwe jidest da û ew şehîd ket.

Da zanîn jî, ji ber ku Ehmed Mihemed Şêxo hewl dida rêgiriyê li riftar û binpêkirinên grûpên çekdar ên li navçeya Şiyê bigire, ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin û malbata wî bi jin û mêran ve rastî eşkenceyê hatin û xwestin wî wek Ehmed Misto bi rêyeke girêj were kuştin.

Ehmed Şêxo di deh saliya pêncem de bû û bi hevjîn bû û zarokên wî hebûn û li zanîngeha Şamî xwandina Cogerafiya temam kiribû û li  dibistanên Heleb û Herêma Efrînê mamotebû û li vê dawiyê ew bo Encûmena Sivîl ya navçeya Şiyê hat hilbijartin û bû cîgirê serokê encûmenê.   

Şêxo yek ji endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya bû û kurê hêla sereke ya Partî bû li navçeya Şiyê, ku ew çû ber dilovaniya xwedê, herweha ew bavê wî bi  dehên salan jiyana xwe ji bo xebata gelê Kurd derbas kiribûn û piraniya wê malbatê ta vê demê hîn jî li ser rêya wê rêbazê ne.   

Li gor zanyariyên ji  gundê Qermîtliqê hatine wergirtin, ku bo azadkirina 4 kesên ji gundê Qermîliq, grûpên çekdar daxwaza 30 hezar Dolar kirine û yek jî ji wan bi navê Mehmûd Mistefa Derwîş ji ber eşkenceyê lingê wî hate pûçkirin.

Tê zanîn, ku grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê, bi bihane û sedemên ne rewa  bi sedan kes revandine û li hember serbest berdana wan daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.

M. Qadî