Print this page
Sekretêrê PDK-Sê Siûd Mela di 61 mîn salvegera Partî de peyamek belav kir

Sekretêrê PDK-Sê Siûd Mela di 61 mîn salvegera Partî de peyamek belav kir

10:26:36 AM

RojavaNews: Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan -  Sûriyê Siûd Mela di salvegera Partî ya 61 mîn de , pîrozbahiyên germ arasteyî milet , heval , hogir û alîgirên Partî dike .

Di peyama xwe de Siûd Mela, rêz û hurmeta xwe ji bo wan heval û xebatkarên refa yekemîn yê ku partî damezarandiye pêşkêş dike,  û herweha spasiya miletê kurd dike,  ku di hemû qonaxan de piştevaniyê Partî ne.

 Herwisa  Mela desxweşiyê li wan kadir û hevalên Partî dike ku heta niha li ser rêbaza partî û Barzanî berdewam in.