11:42:52 AM
RojavaNews: Rêbendên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li pîşiya derbederên welatiyên Efrînê vekirîne û rojane derbeder derbasî Efrînê dibin, lê vê carê çekdarên ser bi PYDê û hin çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve rêgiriyê li gundê Aqûbê dirust dikin da ku tu kes venegere gundê xwe, mebest ji vê gavê ewe ku derbederên Efrînê bi qaçaqî û peran û bi nirxekî bilind wan veguhêzînin bajarê Helebê an jî di kampan de bimînin, hewiha karwanên alîkariyê jî rê li pêşiyan wan hatiye girtin û ta vê demê derbasî Efrînê nebûne.
Jêderekê ji gundê Aqûbê ji RojavaNews re ragihand, ku, “duh roja Înê, çekdarên PYDê karwanek ji 2000 otomobîl ji derbederên Efrînê li gundê Aqûbê yê ser bi navçeya Şêrewa ve ku dixwazin vegerin şûnwarên xwe, lê wan çekdaran rêgirî ji pîşiya wan girtine û naxwazin xelkê Efrînê vegerin daku derbeder neçar bibin di kampan de bimînin û karwanên ji alîkariyên mirovî jî li wî gundî asê mane û rê ji wan re nehatiye vekirin daku derbasî Efrînê bibin.”
Heman jêderê tekez kir, “ku ew karwan ji derbederên Efrînê li Aqûbê asê mane û rewşa wan gelekî xerabe û ew rastî gotênên xerab tên û wan ji derbederan xwestiye venegerin Efrînê bi bihaneya ku rewşa Herêma Efrênê di bin desthilatiya grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve gelekî xerabe.”
Wî serbar kir, ku “çekdarên ser bi PYDê ve li nava gundê Aqûbê belav bûne û nahêlin ti kes ji derbederên xelkê Efrînê ji wî gundî vegerin gundên xwe û milîsên ser bi rêjîme Sûriyê jî rêgiriyê li pîşiya xelkê Efrînê digirn da ku bi peran wan bibine bajarê Helebê.”
Tê zanîn ku çekdarên PYDê û milîsên rêjîma Sûriyê ta vê demê nahêlin welatiyên Efrînê, ku li kampan bi cih bûne, vegerin cih û warên xwe û PYDê dixwaze wan ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne û ji bo welatî venegerin nasnameyên wan li kampan ji wan standine daku neçar bibin venegerin malên xwe, li hîne welatî bi dizî an jî bi qaçaqî vegera wan berdewam in.
M. Qadî