Print this page

Qamîşilo:Emîndariya Giştî ENKSê civiya!!!

RojavaNews-Qamîşilo:Îro roja, Duşemê 23/2/2015 e, Emîndariya Giştî ya Encumana Niştîmanî Kurdî (ENKS)li Nivsîngeha Rojavayê Qamîşilo a Partiya Dîmoqrata Kurdistana- Sûriyê(PDK-S) li Bajarê Qamîşilo civiya.

Nûçegihanê RojavaNews wiha got:" dê ENKSê di civata xwe ya îro de helwêsta xwe ji bo Hilbijartinê Şarederiyên ku Rêveberiya xweser a Partiya( PYD)ê, diyar bike, û herwisa Endamên xwe yên Herdu Komteyên ku Lêvegera siyasî li ser rêkeftinê binav bikin".

Hêjayî gotinê ye ku rêveberiya xweser ya ku ji aliyê partiya PYD û hin hevalbendên wê ve hatî ragihandin roja 13 Adarê destnîşankirine ji bo hilbijartinên şarederiyan .

Bahoz Rojavayî