Print this page
Efrîn… welatiyekî Kurd ji aliyê Grûpa Ehrar El-Şerqiye ve di bin eşkenceyê de canê xwe jidest dide

Efrîn… welatiyekî Kurd ji aliyê Grûpa Ehrar El-Şerqiye ve di bin eşkenceyê de canê xwe jidest dide

 11:09:01 AM

RojavaNews: Grûpa çekdar bi navê Ehrar El-Şerqiye  du birayên ji Hec Hesna yê Efrîna Kurdistana Sûriyê  direvînin û eşkenceyê didin, birayek ji wan bi navê Samî Hec Xelîl ji ber eşkenceyê canê xwe jidest dide.

Jêderekê  ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihand, roja Yekşemê grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye avêtin ser mala welatiyê Kurd Samî Hec Xelîl ê li bajarokê Cindirêsê û li wî û birayê wî Îbrahîm dan û zêr û pereyên wan dizîn.

Heman jêderê ragihand, ku wê grûpê heyama 4 demjimêran Îbrahîm Hec Xelîl bi dareke zeytûnê ve girêdan û eşkence dan û piştre li hember 2 hezar Dolar ew duhî berbangê azad kirin.

Herwiha diyar kir, çekdarên Ehrar El-Şerqiye bi awayekî Samî Hec Xelîl eşkence dabûn, ku nexweşxaneyên Efrîn û Ezazê nekarîbûn ti çareseriyê li wî bikin û ji ber eşkenceya hovane Samî canê xwe jidest da.

Samî Hec Xelîl di sala 1977an ji dayîk bû û  ji gundê Hec Hesna ye û li bajarokê Cindirêsê rûniştiye û bavê 4 zarokan e.

Ev çendîn car e welatiyên Kurd ên Efrînê di bin eşkencedana grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve canê xwe jidest didin, bêyî ku civaka navdewletî yan rêxistineke yasayî û mafên mirovan fişarê li Tirkiyê bike ku bi erkên xwe li hember gelê Efrînê rabe û pabendî yasa û belgeyên navdewletî bibe.