Print this page

HAK-PAR: Bila zarokên tirk jî kurdî bixwînin

Rojava News: Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dibêje, bila kurdî li kêleka zimanê tirkî bibe zimanê fermî û ji bo zarokên tirk jî bibe dersa bijarte.

 

Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr, bi helkefta Roja Zimanê Zikmakî (21ê Sibatê) daxuyaniyek da û ragihand, dewleta Tirk zêdetirî 90 salan e perwerdeya bi zimanê dayîkê, ku mafekî bingehîn ê gelê kurd e, jê standiye û li dijî wî gelî qirrkirina kulturî pêk aniye.

 

Latîf Epozdemîr diyar kir ku ew zimanên ku di perwerdeyê de nayên bikaranîn yan jî tên qedexekirin, rastî talûkeya tinebûnê tên û got, li Tirkiyê zimanê kurdî 80 salî hat qedexekirin û zêdetirî 90 salan e jî nebûye zimanê perwerdeyê.

 

Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê bang li dewletê kir ku mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê zikmakî bide wan û wiha axivî:

 

“Divê zimanê kurdî li Kurdistan û wan deverên ku kurd lê dijîn bibe zimanê perwerdeyê û hemû îmtiyazên ku dane tirkî bidin kurdî jî. Divê zimanê kurdî ji bo zarokên tirk bibe dersa bijarte ne ji bo zarokên kurd û zimanê kurdî li kêleka zimanê tirkî bibe duyemîn zimanê fermî.”