Print this page
welatiyên Efrînê daxwaza serbestberdana girtîyên xwe di xwepêşandanekê de dikin

welatiyên Efrînê daxwaza serbestberdana girtîyên xwe di xwepêşandanekê de dikin

 1:22:30 PM

RojavaNews: Ji ber zêdebûna rêjeya girtina welatiyên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên çekdar, duh roja înê 20/7/2018an xwepêşandanek li navçeya Cindêrês yê be ser Efrînê ve li Kurdistana Sûriyê, ku ji aliyê kesûkarên wan, ku  ji berî çend rojan hatibûn girtin, hat birêvebirin.

Jêderekê ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihang, ku sedema wê xwepêşandanê, ku grupên çekdar ji berî çend rojan hejmarek welatî girtibûn û ew rastî eşkenceyeke tund hatibûn.

Heman jêderê ragehand, ku duh xwepîşandanan li pêşiya dadgeha leşkerî û li taxa jêr ya navçeya Cindêrsê hat birêvebirin.

Jêderekê din ragihand, ku îro xwepêşandanan xwepêşandanek  din birêvebirin û berev baregeha Artêşa Tirkiyê çûn, lê berpirsê Tirkiyê ji wan re got, ku divê hûn herin gaziyên xwe pêşkêşî perpirsê polîsên civîl bikin.

Herwiha li navçeya Cindêrês bi tenê 16e girtiyên kurd hene, lê wan çekdaran sê ji girtiyan serbest  berdan, ku yek ji wan bi navê Ferîd Hiskê bû ku bi tundî hatibû eşkencekirin.

Li gorî zaniyariyên hatine ragihandin ku welatiyek di bin eşkenceyê de hatibû kuştin, û ta vê demê hejmarek ji girtiyên kurd li dadgeha leşkerî de jî hene, lê ji aliyê grûpên çekdar ve kuştina wî welatî nehatiye piştrastkirin.

Tê zanîn li Efrînê tevî ku behsa radestkirina navçeyên bo polîsên xwecihî tê kirin lê hîn jî li gelek navçeyan grûpên çekdar binpêkirnan pêk tînin û metirsiyê dinava welatiyan de durist dikin.