7:36:23 PM
RojavaNews: Duh roja înê, li navçeya Mabeta yê bajarê Efrînê xwepêşandanek ji aliyê koçberên ku xelkê bajarên derdora Himsê û xûtayê ne hat lidarxistin.
Jêderekê ji navçeya Mabeta ji RojavaNews re ragihand, ku “duh roja înê li navçeya Mabetlî yê bajarê Efrînê xwepêşandanek ji aliyê koçberên ku xelkê bajarên derdora Himsê û xûtayê ne hat lidarxistin, dijî biriyara Encomena Sivîl li navçeyê ku divê ew malên desteserkirine bicî bihêlin û divê malên welatiyên Kurd werin vegerandin bo xudiyên xwe yên resen.”
Heman Jêderê ragihand, ku "bi dihan koçberên Xûtayê û derdora Himsê hin silogan li xwepêşandanê hildan mîna, "em dernakevin" û "ma em çend caran bar bikin" lê diyare wan xwe ji bîr kirine, ku ew mal û milkên ku têde ne yên xelkê wê navçeyê ne û ji ber rewşên xerab ew jî ji Efrînê hatin koçberkirin.
Tê zanîn ku Çarşema bihûrî Encûmena Sivîl komîtek şandibû û hişyarî dabû pênc malbatên Ereb ji malên Kurdan derkevin û moleta sê rojan dabûn wan ku malan bicih bihêlin, lê çekdarên El¬Çebhe El-Şamiye ji ber wê yekê endamê Encûmena Civîl, Arif Mihemed Elî girt û ew rastî eşkenceyê bi tuhmeta alikariya welatiyên kurd li dijî koçberên Ereb hat.