Print this page
Efrîn ... Du rojin çiyayên Xastiya tên  şewitandin

Efrîn ... Du rojin çiyayên Xastiya tên şewitandin

 

9:18:01 AM

RojavaNews:  Du rojin çiyayên Xastiya li navçeya Mabeta li derdora gundê Hec Hesna tên şewitandin û ta vê demê ew agir, ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ew agir  bi qest vêxitine, nehatiye vemirandin

Jêderekê ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihand, ku grûpên çekdar  ên ser bi Tirkiyê ve agir bi qest bi çiyayên Xastiya xestine û du rojin ew agir berdewam e û berferhiyek ji dar û daristanên  çiyan hatine şewitandin, lê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ti carî bizava vemirandina wan agiran nakin û ta vê demê .

 Ne tenê grûpên çekdar agir bi çiyayên Xastiya xistine, lê ji berî çend rojan  jî agir bi daristanên navçeyên Şera, Bilbilê û Raco yên Efrînê xistibûn û heya demeke dirêj, ew agir nehat vemirandin û gelek ziyan gîhaye dar û daristanên wan navçeyan.

Di roja 23ê vê mehê de, Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, ku li gundê Mersawa yê navçeyan Bilbilê agir bi zeviyekî darên zeytûnan ket û bêtirî 1200 darên wî zevî şewitîn û li gundê Bêla yê navçeya Bilbilê agir bi daristanan ket û gihişt nava gund, lê berî ku ji bin kontrolê derkeve, ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin.

Tê zanîn, ku grûpên çekdar li pişt van agirên têne  vêxistin li Herêma Efrînê, sedema serekî ewe ku cihên hatine şewitandin wê navendên geştiyariyê ava bikin û wê sûdê ji darên hişk ji bo zistanê bibînin û avahiya bingehî ya Efrînê têk bibe û welatiyên Efrînê bang li Rêxistinên Mirovî Artêşa Titrkiyê dikin ku kesên li paş van agiran werin sizedan.

M.Qadî