9:47:11 AM
RojavaNews: Li gundê Kefer Sefrê yê bi ser navçeya Cindirêsê ya Efrîna Kurdistana Sûriyê mayînek çandî di traktorê li nav zeviyekî zeytûnan de teqiya û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû.
Jêderekê taybet ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re regihand, ku li gundê Kefer Sefrê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, dema ku welatî bi navê Xelîl Murad 35 salî zeviyê xwe yê zeytûnan dajot, mayînek çandî di traktorê de teqiya û di teqînê de ew bi giranî birindar bû û hat veguhaztin bo nexwaşxana navçeya Cindirêsê.
Ev ne cara yekêye mayînên ku çekdarên ser bi PYDê û grûpên çekdarên ve çandine di nava mal û milk û zeviyên welatiyên Efrînê de diteqin, ku li gundên Qenterê, Ereba û Qêsim 5 caran mayînên çandî teqîne û bi sedema wan teqînan hejmarek sivîl bûne qurbanî û bi dehan jî mal hatine rûxandin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê û grûpên çekdar hevdu tometbar dikin bi çandina mayînan, ku bi hezaran mayîn di nava mal û milk û zeviyên welatiyên Efrînê de hatine çandin, piştî vekşandina çekdarên PYDê ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li Rêxistinên Mirovî û Navdewletî, ku ew mayîn bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.
M. Qadî