Print this page
Efrîn…welatiyekî kurd hat revandin

Efrîn…welatiyekî kurd hat revandin

2:03:28 PM 

RojavaNews: Duh Çarşemê 1/8/2018an grûpeke çekdar ser bi Tirkyê ve welatiyek ji gundê Kurka yê ser bi navçeya Mabeta li Efrîna Kurdistana Sûriyê girtin.

 

Jêderkê taybet ji bajarê Efrinê ji RoavaNews re ragihand, ku "grûpeke çekdar ser bi Tirkiyê ve welatiyekî kurd bi navê Rif’et Murad li bajarê Efrînê ji dukana wî ku karê xwe dikir birin û ji bo parêzgeha Hataya ya Tirkiyê birin û ta niha çarenivisa wî ne diyare."

 

Heman jêderê tekez kir, ku "Rif’ett Murad 26 salî ye û ew ji gundê Kurka yê ser bi navçeya  Mabeta  ye li Herêma Efrînê bê sûnç û sedem ew girtin lê xuyaye  ji bo sedemên madî ne."

 

Tê zanîn ku grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, bi dihan tawan di derheqê welatiyên Efrînê de kirine mîna kuştin û revandin, dizîn û şewtandina zeviyan, herwiha destê xwe danîne lser malûmilkên welatiyan ji bilî ku têkdana şûnwarên dîrokî û agir berdane dar darstanên Çiyayê, Kurmênc ji  bo têkbirina avahiya bingehî  li Herêma Efrînê.