8:43:35 AM
RojavaNews: Duh roja Pêncşemê, hejmarek ji derbiderên Efrînê yên bi neçarî di kampa Fafîn a li bakurê Helebê de bicih bûne, li ser riya Helebê mayîneke çandî bi wan de teqiya û 17 kesan canê xwe jidest dan.
Duh roja Pêncşemê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, dema hejmarek ji derbiderên Efrînê yên bi neçarî li kampa Fafînê hatine bicihkirin xwastin bi qaçaxî biçin bajarê Helebê li nêzîkî gundê Beşkuyê, mayîneke çandî bi wan teqiya û 17 welatiyên Efrînê canê xwe jidest dan.
Wê rêxistinê ku karî navên hejmarek ji wan gurbaniyan belge bike, navên hin qurbaniyan belav kir ku: Elî Ehmed, Xezalê Ebûd û Nîdal Ebo ji navçeya Mabeta ne. Elî Mihemd Şeibo, Zelûx Hemadê, Elî Elî Mihemed Şeibo, Elya Şeibo û zarokekî 6 salî ji gundê Îska ya navçeya Şêrewa ne.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê jî kir, ta niha wan nekariyê navên din belge bikin, ku hin qurbaniyên din ji gundê Bircqasê hene û 2 kesên din jî ku qaçaxciyê wan kesan bûn canê xwe jidest dane.
Bi dagîrkirina Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bajarê Efrînê re zêdetirî 200 hezar Efrînî bi neçarî ji Efrînê derketin û li deverên nêzîkî Efrînê û beşek jî di kampa Fafînê ya li devera Şehbayê bicih bûn, lê rê ji bo wan nayê dayîn ne vegerin Efrînê û ne jî biçin Helebê.
Di vê derbarê de, Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raportekê de rêjîma Sûriyê û YPGê tometbar kirin, ku rêyên di navbera Şehba, Efrîn û Helebê girtine û nahêlin derbiderên Efrînê vegerin Efrînê yan biçin Helebê.