Print this page
Welatiyekî kurd ji Qamişlo di zindanên rêjîmê de jiyana xwe jidest da

Welatiyekî kurd ji Qamişlo di zindanên rêjîmê de jiyana xwe jidest da

1:36:38 PM

RojavaNews: Desthelata ewlehî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve, duh lîstek bi navên girtiyan ku di zindanên rêjîmê de hatine kuştin radestî rêveberiya nasnameyan ya bajarê Qamişlo û parêzgeha Hesekê li Kurdistana Sûriyê kirin.

Encûmena Niştimaniya  Kurd li Sûriyê li ser malpera xwe belav kir ku desthelata ewlehî ya ser bi rejîma Sûriyê ve ragihand, ku “Hikmet silêman li şamê şehîd bû ev yek jî piştî ku ew ji bo leşkeriya yedek bi neçarî berî mehekê birin, lê kesûkarên wî, duh roja Şemiyê 4/8/2018an termê wî ji desthelata rêjîma Sûriyê wergirt.

Hikmet berî mehekê ji bo çareserkirna pişta xwe berê xwe da nexwaşxaneya Niştimanî li bajarê Qamişlo û li wir ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat girtin.

Tê zanîn ku Hikmet silêman ji gundê Şermoxê ye û bavê du zarokan e û temen 30î salî bû.