Print this page
Efrîn … Polîsên Leşkerî welatiyekî kurd digrin

Efrîn … Polîsên Leşkerî welatiyekî kurd digrin

12:22:01 PM 

RojavaNews: Roja Şemiyê 11/8/2018an polîsên leşkerî ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatine dirustkirin, welatiyekî kurd ji navenda bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê  hat girtin.

Jêderekê taybet ji bajarê Efrîn ji Rojavanews re ragihand, ku polîsên leşkerî ên hatine duristkirin ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve, welatiyê bi navê Cîger Sîdo ji mala wî li taxa Mehmûdiyê ya ser bi bajarê Efrînê ve hat girtin û ew berev Tirkiyê ve hat veguhastin.

Heman jêderê tekez kir, ku Cîger Eslan Sîdo ji gundê Coqêe yê ser bi navenda bajarê Efrînê ve ye û ti zaniyarî li ser sedema girtina wî nehatiye xûyakirin.

 Tê zanîn ku grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, bi dehan tawan di derheqî welatiyên Efrînê de kirine, mîna kuştin, revandin, dizîn û şewtandina zeviyan, herwiha destê xwe li ser malûmilkên welatiyan danîne ,  ji bilî têkdana şûnwarên dîrokî û agir bi qest berdane dar û daristanên  Herêma Efrînê, amanc jê ewe têkbirna avahiya bingehîn  li Herêma Efrînê.