12:47:25 PM
RojavaNews: Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ya bira Birûskek pîrozbahîyê bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezirandina partiya we şand ev jî deqa birûskê ye:
Birayên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê
Silaveke şoreşgerî .
Bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezirandina partiya we ya têkoşer, em pîrozbahiyên germ li we û li hemû endaman û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin.
Birayên Birêz
Kiryarên rejîma melayên Tehranê xuya ne, û berovajî armancên şoreşa gelên îranî bû ya ji bo rûxandina rejîma Şah û bidestxistina jiyaneke azad û bi rûmet, ku her ji destpêka hatina wê li ser desthilatê li sala 1979'an, radibe bi pêrewkirina siyaseta darê zorê û tepeseriyê li dijî gelê Îranê û bi piyadekirina siyaseta "hinartina şoreşê" ji bo derve ji bo peydakirina ajawegeriiyê û nearamiyê li herêmê bi rêya piştgirî û damezrandina rêxistinên terorîst.
Rejîma Îranê bi dirêjahiya desthilatdariya xwe radibe bi kar û kiryarên kuştin û terorîzmê ne tenê li nava îranê herwiha bo derve bi armanca jinavbirina rêberên opozisyonê wek kiryara terorkirina rêberên kurd şehîd Abdul Rahman Qasimlo û şehîd Sadiq Şerefkendî û Şehbûr Bextiyar serokwezîr berê û gelek kesayetên siyasî yên Îranê û tevlî ku bi pêkanîna çend teqîn û kiryarên terorîst li cîhanê jî hatiye gunehbar kirin.
Şoreşa gelê sûrî jî, her ji rojên pêşîn yên destpêka şoreşê rûbirû teror û terorîzma rijêma îranê hat, bi rêya piştevanî û piştgiriya rêjîma Sûriyê bi çek û cebelxane û bi çete û milîtanên terorîst ji bo serkutkirina vê şoreşê.
Em bawer in ku qedera rijêmîn dîktatorî û terorîst wek rijêma Îranê û rijêma Sûriyayê yên radibin bi tepeseriya miletan wê bi dawî bibe.
Dubare bi helkefta bîranîna ji dayikbûna Partiya we, em pîrozbahiyê li we dikin û piştevaniya xwe bo xebat û têkoşîna we û ji bo bidestxistina mafên rewa û netewî yên miletê me yê kurd dûpat dikin.
Nûneriya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê
18.08.2018