9:22:34 AM
RojavaNews: Li bajarê Efrîna Kurdistana Sûriyê teqînekê rû da û di encama wê teqînê de du kes canê xwe jidest da û 25 kesên din jî birîndar bûn û piraniya wan ji derbederên Xûtayê ne, û du kes ji birîndaran hatin veguhastin bo nexwaşxaneyekê li Tirkiyê.
Jêderekê taybet ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku şeva bihûrî demjimêr 20:30 bombeyek li ser rêya Raco li nêzîkî dibistana Rêfiyê li bajarê Efrînê teqiya û di encama wê teqînê de du kesan jiyana xwe jidest dan û 25 kesên din jî birîndar bûn û du kes ji wan birîndaran hatin veguhastin bo nxwaşxaneyekê li Tirkiyê.
Heman jêderê ragihand, ku teqîn ji encama mayînekê bûye û di nava bermîleke çopê hatibû danîn û Piraniya qurbaniyan ji derbederên Xûtayê ne.
Ji aliyekî din ve, şeva bihûrî mayînekê din di malikê de li gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ve di çekdarekî de ji grûpeke çekdar teqiya û di encama wê teqînêde de lingê wî jê bû û piştî wê bûyerê xelkê wî gundî kom kirin û hatin tumetkirin bi çandina wê mayînê û gole bi eziman de avêtin û tirsek mezin xiste nava gundiyan.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di 18 Adarê de, car caran teqîn li nava bajarê Efrîn û gundewarên wê rû didin û di encama wan teqînan de bi dehan kes kuştî birîndar bûn û bi dehan jî malên welatiyan hatin rûxandin
M. Qadî