12:45:35 PM
RojavaNews: Herdu Polîtbîroyên heryek ji Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-S, û Partiya Demokrata Pêşverû a kurd li Sûriyê P.D.P.K.S duh Sêşemê 04.09.2018, li bajarê Qamişlo civiyan.
Di civînê de pêşhateyên dawî yên rewşa siyasî li Sûriyê li ser asta Niştîmanî Sûrî û Netewî a kurdî gengeşe kirin .
Di heman demêde herdû aliyan tekezî li ser nêzîkbûna aliyên kurdî li Sûriyê, û derbaskirina nakokiyên biçûk di vê rewşa hestiyar de ji bo berjewendiya gelê kurd li Sûriyê kirin , di hev demê tekezkirina berdewamiya peywendiyan di nav bera herdû aliyan de tekezkirin.