Print this page

600 penaberên Kobanî vegeriyan zêda xwe

Rojava News: 600 kes ji penaberên Kobanî yên ji ber şerê DAIŞê reviyabûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê, vegeriyan Kobanî.

Qaymeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî diyar kir ku ew kesên ji ber şerê DAIŞê reviyabûn Pirsûsê niha êdî dixwazin vegerin welatê xwe û got, deriyê sînor ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin, vekirî ye.

 

Qaymeqamê Pirsûsê doh da zanîn, nêzîkî 600 kes ji Pirsûsê vegeriyan Kobanî û got, heta niha nêzîkî 6 hezar kes ji deriyê sînorî yê Murşîtpinarê re derbasî Kobanî bûne û tê pêşbînîkirin ku gellek kesên din jî vegerin Kobanî.

 

Piştî ku DAIŞê êrişî herêma Kobanî kir, nêzîkî 200 hezar kes reviyan Bakurê Kurdistanê.