9:37:40 AM
RojavaNews: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên Sotoro Yên bi ser Partiya Yekîtiya Siryanî yên bi ser PYDê ve çalakvan û nivîskarê dijber Silêman Yûsif revand.
Rewangiha Aşûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir, ku demjimêr heştê êvarî çekdarên Sotoro êrîşî mala çalakvan û nivîskarê dijber Silêman Yûsif li taxa Kornîş kirin û di encam de nav bûrî hat revandin û berv cihekî nediyar ve birin.
Heman rewangihê tekez kir, ku çekdarên Sotoro Computerê Yûsif û hin alavên kesayetî yên taybet jî desteser kirin .
Silêman Yûsif serkirdeyekî rêxistina Aşûrî ya Demokrat yê berê ye, û bi dijatiya xwe ji siyaset û kiryarên PYDê re tê naskirin.